Di şerê Îranê de rageşî zêde dibe: Roja êrîşan a ‘herî dijwar’
Di roja 11’an a şerê bi êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê re destpê kir de, rageşî hîn zêdetir bû.
Di roja 11’an a şerê bi êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê re destpê kir de, rageşî hîn zêdetir bû.
Rayedarên Îranî bi gotinên tund hişyarî dan Serokê DYE’yê Donald Trump. Washingtonê ragihand ku ew ê êrîşên nû pêk bîne. Îsraîl li ser Tehranê êrîşên hewayî yên nû da destpêkirin, li Kendavê dengê teqînan hate bihîstin û hişyarî hate dayîn ku êrîşên li ser binesaziyên enerjiyê wê bandorên kûreyî çêbike.
ÎRANÊ JI TRUMP RE GOT: BALDAR BIN, YÊN BÊN TUNEKIRIN NE HÛN BIN!
Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê Alî Laricani Serokê DYE’yê Donald Trump bi gotinên tund hişyar kir. Laricani bang li Trump kir ku “baldar be” û got, “Yên ji we hîn bi hêztir hewl dan Îranê tune bikin, lê nekarîn. Baldar bin, yên bên tunekirin ne hûn bin.”
Berdevkê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê Alî Muhammed Naînî ragihand ku hêzên Îranê eger pêwîst bike wê ji herêmê “îxracata petrolê ya ji bo kampên dijmin” rawestîne.
DYE: WÊ BIBE ROJA ÊRÎŞAN A HERÎ DIJWAR
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth got, roja sêşemê wê ji aliyê êrîşên li ser Îranê ve bibe “roja herî dijwar” û ragihand ku gelek balafirên şer û balafirên bombebaranê wê tevlî operasyonan bibin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku pêla êrîşeke nû li ser Tehranê daye destpêkirin.
LI QETERÊ TEQÎN ÇÊBÛN
Li Dohayê jî dengê teqînên mezin hate bihîstin. Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku fuzeyeke ji Îranê hatî avêtin, ji aliyê sîstem parastina hewayî ve hate astengkirin.
Rayedaran diyar kir ku rîska ewlehiyê zêde ye û bang li gel kir ku li malên xwe bimînin û ji pencereyan dûr bin.